Li Ewropayê şewat: 300 hezar kes terka malên xwe kirin
Hejmara kesên ku ji ber şewatên daristanan ên ku ev çend roj in li Fransayê û Spanyayê gur dibin ji malên xwe hatine derxistin gihîşt 300 hear kesî.
RûpelNews - Ev çend roj in agir bi daristanên li Fransa û Spanyayê ketine. Li her du welatan bi taybet bi tesîra bayê xurt û germahiya zêde şewata daristanan her diçe belavtir û mezintir dibe.
Li Fransayê 250 hezar kes malên xwe bi cih hiştin
Li Fransayê ji ber ku şewata daristanan her diçe belavtir dibe biryar hat dayîn ku 55 hezar kesên din li cih û warê xwe vala bikin û ji wan deran derkevin. Bi vê yekê, hejmara giştî ya kesên ku li herêmên Gironde û Landes ên li başûrê rojavayê welêt hatine valakirin, digihîje nêzîkî 250 hezar kesî. Berpirsekî agirkujiyê diyar kir ku di demek kurt de vemirandina agirê gelek zehmet e.
Li Spanyayê 250 hezar kes terka mala xwe kir
Li Spanyayê di vê navberê de, hejmara kesên ku ji destpêka şewata daristanan ve ji herêmên Madrid û Avilayê hatine derxistin, gihîştiye nêzîkî 60 hezar kesî. Wekî din, zêdetirî 28 hezar kes hatine hişyarkirin ku ji malên xwe dernekevin. Herwiha ji bo Toledoyê, paytexta civaka xweser a Castilla-La Mancha, biryara valakirina cîh û waran hat dayîn.
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez got: "Roja me yên dijwar li pêşiya me ne." Sanchez destnîşan kir ku îsal heta niha li Spanyayê 130 hezar hektar erd şewitîne ku ev ji şewata ya 10 salên dawî zêdetir e.
