Diyaspora: 1. Kongreya Federasyona Nivîskaran li Almanya birêve diçe

25 tîrmeh 2026 13:53

Bi pêşengiya Konfederasyona Revenda Kurdistaniyê û Federasyona Nivîskarên Kurdistanê – Diyaspora (KDWF), Kongreya 1. a Nivîskarên Kurdistanê ya Hejar Mukriyanî li bajarê Ratingen ê Almanyayê dest pê kir. Kongreya ku nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên kurd ji çar aliyên cîhanê di bin heman banî de tîne cem hev, paşroja edebiyatê û gavên sazumaniyê yên li diyasporayê nîqaş dike.

Diyaspora: 1. Kongreya Federasyona Nivîskaran li Almanya birêve diçe

RûpelNews - Kongreya 1emîn a Nivîskarên Kurdistanê ya Hejar Mukriyanî (KDWF) ku ji bo wêje û weşangeriya kurdî weke gava yekem û asteke girîng tê nirxandin, li Ratingena Almanyayê bi beşdariyeke  mezin dest pê kir.

Di rûniştina vekirinê de rayedar, nûnerên saziyan û mêvanan axivîn û ji bo parastin, pêşxistin û gihandina wêjeya kurdî ya li diyasporayê bo nifşên nû, banga piştevaniyeke xurt û sazumaniyê kirin.

Şîfa Barzanî: Divê federasyon bêyî cudahî bibe mala hemû nivîskaran

Di vekirina kongreyê de Serpereştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî axivî û bal kişand ser ku ji ber dagirkerî, şer û zextan bi hezaran nivîskar û rewşenbîrên kurd neçar mane koçî Ewropayê bibin û got ku Ewropa êdî bûye navendeke nû ya jiyana rewşenbîriya Kurdistanê.

Barzanî di axaftina xwe de bal kişand ser van xalan: "Siyasetmedarên me di qada dîplomasiyê de têkoşîn dan, Pêşmergeyan bi çekên xwe berxwedan kir; nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê jî bi pênûsa xwe hebûna xwe nîşan dan. Divê ev federasyon bêyî cudahiya zarava, bîr û baweriyên siyasî an olî, bibe mala heveqfî ya hemû nivîskarên Kurdistaniyan. Divê di navbera aliyên cuda de bibe pirdeke xurt."

Şîfa Barzanî bi bîr xist ku bi milyonan Kurdistaniyên êdî li derveyî welat dijîn û berpirsiyariyeke dîrokî dikeve ser milê rewşenbîrên diyasporayê û wiha li axaftina xwe zêde kir:

"Ji bo ku nifşên nû ziman û çanda xwe ji bîr nekin, erkeyeke gelekî mezin dikeve ser milê we. Em jî dê di aliyê qanûnî û saziyane de her dem li pişt we bin. Ji bo parastina mafên nivîskaran, piştgirîkirina berhemên wan û birêvebirina xebatan bi teknolojiyên pêşketî yên îro, şert e ku federasyon gavên somut biavêje."

Ji Wezareta Rewşenbiriyê peyama piştgiriyê

Piştî Barzanî, Berdevkê Wezareta Çand û Rewşenbiriyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Aryan Selahedîn hat ser dikê û diyar kir ku ew weke hikûmet ji bo parastina mafên nivîskaran û çêkirina berhemên wan ên edebî amade ne her cûre piştgiriyê bidin. Dr. Selahedîn got: "Di paşerojê de bi protokolên fermî em ê vê piştgiriyê bixin ser bingeheke qanûnî û fermî. Ez kongreya yekem a nivîskarên diyasporayê ji dil û giyan pîroz dikim."

Îsmaîl Kamuran: Dergehê federasyonê ji hemû nivîskaran re vekiriye

Berpirsê Konfederasyona Revenda Kurdistaniyê Îsmaîl Kamuran di axaftina xwe de bal kişand ser rolê krîtîk ê nivîskarên li diyasporayê. Kamuran bi bîr xist ku konfederasyon li 23 welatan, li 40 navendî û bi 120 endaman xizmetê dide û wiha got: "Me berê Kongreya Federasyona Zimanê Kurdî pêk anîbû, îro jî em Kongreya Federasyona Nivîskaran li dar dixin. Dergehê federasyona me bêyî ku ti cudahiyê bixe navberê, ji hemû nivîskarên li diyasporayê re heta dawiyê vekirî ye. Nêzîk de dê Federasyona Akademîsyenan û Federasyona Ciwanan jî kongreyên xwe pêk bînin."

Serdar Câf: Divê li Almanyayê Mala Çanda Kurdî bê avakirin

Endamê Komîteya Damezrêner a Federasyona Nivîskarên Kurdistanê (KDWF) Serdar Câf jî anî ziman ku ew bi polîtîkaya dergehê vekirî ya federasyonê ku hemû nivîskarên kurd hemêz dike serbilind in û bang kir: "Ji bo vekirina Mala Çanda Kurdî li Almanyayê, em ji Hikûmeta Kurdistanê piştgiriya somut hîvî dikin."

Ji saziyên navneteweyî û PENê peyamên piştevaniyê

Ji qada navneteweyî jî eleqeyeke mezin hebû. Seroka Yekîtiya Nivîskarên NRW ya Almanyayê Jana Engels peyamek şand, serkeftin ji kongreyê re xwest û bal kişand ser girîngiya yekîtiya birêxistinkirî ya nivîskarên li diyasporayê.

Mîran Abraham: Di xerîbiyê de ziman, welatê rastîn ê nivîskarî ye

Li ser navê Navenda PENa Kurd a Navneteweyî (PENa Kurd) Hevserok Mîran Abraham axivî û diyar kir ku ziman ji bo nivîskarên li xerîbiyê ne tenê amrazekî ragihandinê ye, li hemberî tunekirina nasnamê yekane welatê rastîn e ku mirov jê re penaber dibe. Abraham destnîşan kir ku cudahiya navbera nivîskarên xerîbiyê û nivîskarên li hundir ango li welêt ne tenê dûriye coğrafî ye, ji bilî vê "jiyana bi birînê re bixwe ye"; nivîskarê li hundir rasterast bi rastiya germ a şer, barût û kolanan re di nav têkiliyê de ye, lê nivîskarê xerîbiyê di navbera nostaljiya paşerojê û nenasî ya paşroja xwe de asê maye. Abraham hişyarî da ku heke nivîskar, zimanê xwe zindî nehelin, metirsiya ku ziman bibe "zimanê muzeyê" heye.

Mîran Abraham behsa zextên ronakbîriyê, oryantalîzmê û çandên serdest jî kir û diyar kir ku feraseta serdest a farsî, tirkî û erebî ramana kurdî dorpêç kiriye. Abraham destnîşan kir ku ji bo şiyarboşiyeke felsefî û edebî, divê ramana kurdî vegere ser çavkaniyên xwe yên resen û guherîneke hişmendî ya radîkal bijî. Abraham bang kir ku divê wêje ji trajedî û êşê derbas bibe, kûrahayeke felsefî û gerdûnî bi dest bixe û di edebiyata cîhanê de cîhê xwe yê resen ku layîqî ye bigire.

Bawernameyên rêzê hatin dayîn

Piştî axaftinên vekirinê, ji aliyê Şîfa Barzanî ve ji ber ked û tevkariya wan a ji bo edebiyata kurdî, bawernameyên rêzê hatin takdîm kirin: Ji bo nivîskar Abdullah Hesenzade ku li wir amade nebû, bawername ji aliyê Qadir Wurya ve hat wergirtin. Ji bo nivîskarê hêja Celîlê Celîl ku ji ber mazeretê nekarî beşdar bibe, bawername ji aliyê Casimê Wezîr ve hat teslim girtin.

Ji Zubêr Salih konserteke biçûk

Piştî axaftinan, hunermend Zubêr Salih bi stranan ji bo beşdar û delegeyan guhdariyeke kurt a muzîkê pêşkêş kir. Nûnerên saziyên din ên ku ji herêmên cuda hatibûn jî di axaftinên xwe yên silavdanê de dubare kirin ku kurumsalleşmê di hilberîna edebî ya diyasporayê de xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Piştî nîşandana belgefilmê kongre bi hilbijartinan berdewame

Bi temamkirina beşê vekirinê re, bernameya kongreyê bi nîşandana belgefilmek li ser dîroka edebiyata kurdî û birikîna edebî ya li diyasporayê berdewam kir.

Di rûniştinên piştî nîvro de nîqaşên li ser rêzika navxweyî û pêşkêşkirina rapora rêveberiyê hatin kirin. Piştî ku rêveberiya heyî hat ibrakirin, ji bo diyarkirina desteya rêveberiya nû ya federasyonê sindoqên dengdanê hatin danîn.

Bernameya kongreyê dê piştî xwendina deklarasyona dawî bi çalakiya fînalê ya ku êvarê tê li dar xistin bi dawî bibe.