Bi master plana Hikûmeta Kurdistanê Perestgeha Lalesê tê nûjenkirin
PeyamaKurd - Li ser plana hikumeta Herêma Kurdistanê Perestgeha Kurdên Êzidî ya Laleşê. Piştî rawestandina xebatan a 7 mehan careke din tê nûjenkirin.
Berpirsê Nûjenkirina Perestgeha Laleşê Xalid Nermo ragihand ku piştî heft mehên rawestandinê bi sedema koronayê bi master plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûjenkirina perestgeha Laleşê ji nû ve dest pê kiriye.
Nermo da zanîn ku Wezareta Derve ya Amerîkayê bi rêya Konsolê Giştî yê li Bexdayê 500 hezar dînar ji bo nûjenkirina perestgeha Laleşê terxan kiriye.
Xalid Nermo got: "Ew kesên kar li ser projeyê dikin endazyarên warê nûjenkirina cihên kevnar in û hemû biyanî bûn. Ji ber nexweşiya Koronayê çûbûn welatên xwe li dû wan danustandinên wan ku peywendî bi me tê kirin li van nêzîkan car din wê dest bi karê xwe bikin.”
Herwiha Nermo bi bîr xistiye ku heta niha ji %25ê Laleşê hatiye nûjenkirin û wê hemû cih û warên kevnar ên Laleşê bên nûjenkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin