Ewnî: Master plana besek ji bajar û bajarokên Kurdistanê dê were nûkirin

24 sibat 2021 17:59
Ewnî: Master plana besek ji bajar û bajarokên Kurdistanê dê were nûkirin

PeyamaKurd – Wezîrê Bajarvanî û Tûrîzmê yê Kurdistanê diyar kir, master plana beşek ji bajar û bajarokên Kurdistanê dê were nûkirin, ji ber ku kevn bûye.

Li gor Wezîrê Bajarvanî û Tûrîzmê yê Kurdistanê Sasan Ewnî daye zanîn, li Herêma Kurdistanê sê cure master plan hene; master planek hatiye bicîhanîn û qediyaye. Master planek jî çûye qonaxa bicîhanînê, lê xilas nebûye. Ya din jî, divê ji nû de were danîn. Çimkî beşek ji bajar û bajarokên Kurdistanê, bê master plan in. Di her sê cureyan de jî, girîft hene.

Herwiha Sasan Ewnî destnîşan kiriye, ew master plana ku qediyaye, kevn bûye ji ber wê jî divê were nûkirin û guhertin.

Herî dawî Sasan Ewnî eşkere kiriye, niha rêveberiya nexşedanînê mijûlî danîna nexşerêyekê ye û dê pêşkêşî Serokatiya Encumena Wezîran bike. Ji ber ku danîna master planê, pêwîstî bi budçeyeke taybet e.