Masterplana Hewlêrê tê bicihanîn
PeyamaKurd - Wezareta Şaredarî û Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê aşkere kir ku bi bicihanîna masterpilanê, wê Hewlêr bibe balkêştirîn bajar.
Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî îro serperiştiya civîna 6emîn a Lijneya Hevanhegiya Hevpar a ji bo amadekirina raporta dawiyê ya pêkanîna masterplana bajarê Hewlêrê kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Şaredarî û Geştyariyê, di civînê de reşnivîsa raporta dawiyê ya amadekirî ya pêkanîna masterplana Hewlêrê ya 2050yî hate nirxandin.
Di civîna ku hemû aliyên pêwendîdar amade bûn de ji bo di çend heftiyên pêş de Wezareta Şaredarî û Geştyariyê û wezaret û aliyên din ên pêwendîdar ên hikûmetê nerînên xwe li ser raporta dawiyê berbiçav bikin da ku nerîn bêne pêşkêşkirin û bi awayekî cidî kar li ser bê kirin, paştir di çend mehên bê de tê pejirandin û pirojeya masterplana Hewlêrê derbazî warê bicihanînê dibe.
Sasan Ewnî got: “Piştî du salên karkirinê li ser masterpilana Hewlêrê, em îro civîna 6emîn a Lijneya Bilind a JCCê dikin, herwesa piştî çend mehên din karên pirojeya masterplana bajarê Hewlêrê bidawî dibin û Hewlêr dibe xwedî masterpilaneke nû. Di siberojê de jî, pêvajoya avadankirina bajarê Hewlêrê li jêr ronahiya wê masterplanê tê bicihanîn.”
Sasan Ewnî herwiha di domîna axaftina xwe de spasiya tîmên Wezareta Şaredarî û Geştyariyê û wezaret û aliyên din ên pêwendîdar kir ku di du salan de kar li ser wê pirojeyê kiriye û bi awayekî bibandor tevlî biserxistina wê bûne.
Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê pesna ajansa JICAyê û Hikûmeta Japonê kir, ji ber piştevanî û hevahengî û alîkariyên wan ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Şaredarî û Geştyariyê, ku di warê pirojeyên xizmetkarî û şêwirmendî û kors û çend warên din de pêşkêş kirine.
Sasan Ewnî tekez li ser wê yekê jî kir ku, berhemê wî karê zanistî yê pirojeya masterpilana Hewlêrê di salên borî de bi mezinbûn û berfirehbûna bajarê Hewlêrê li ser hemî astan diyar dibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin