Hikûmeta Iraqê plana Erebkirinê li Hêrêma Kurdistanê pêk tîne
PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê, Erebên derdora Kerkûkê çekdar dike û herî dawî hêzêke Heşda Şeibî ya bi navê "Îmameyn" ji wan Erebên derdorê hatibûn çekdarkirin, bi armanca Erebkirinê, li derdora Kerkûkê bi cih kir.
Li gor endamê Lijneya Deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê Muhyedîn Hesen armanca Hikûmeta Bexdayê eşkere kir û ragihand, “Ev siyaset her dem siyaseta hikûmetên Iraqê bû. Pêkanîna wê hêzê û cîbicîkirina wan li deverên Kurdistanî, ji bo guherandina nifûsa wir e, herwiha dixwazin li ser Kurdan tirsekê çêkin û Kurdan ji wir derxin.’’
Heme Şiwan -ku pisporê leşkeri- ye dibêje, “Yekane rêya sekinandina vê pêvajoyê, vegera hêzên Pêşmerge ye bo wan deveran.”
Sê sal in Heşda Şeebî dest daniye ser deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. Tevî ku Hikûmeta Iraqê soza asayîkirina rewşa wan deveran daye û lijneya hevbeş jî ji Wezareta Bergirî û Wezareta Pêşmerge pêk aniye, lê her ku diçe rewş aloztir dibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin