Hikûmeta Kurdistanê Perestgeha Lalisê nûjen dike

03 sibat 2022 20:31
Hikûmeta Kurdistanê Perestgeha Lalisê nûjen dike

PeyamaKurd - Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq da xuyakirin ku ew dest bi nûjenkirina beşeke Perestgeha Lalişê ya Kurdên Êzidî dikin.

Piştîwan Sadiq di civîneke rojnamevanî de ragihand: “Beşeke Perestgeha Lalişê tê nûjenkirin, pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo Perestgeha Lalişê, erkê me hemûyan e.”

Sadiq di civîna rojnamevanî de got: “Êzidî hêjayî hemû xizmetan in, çimkî ew rûbirûyî terora DAIŞê bûne, qerebûkirina wan ji aliyê madî û manewî ve erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Piştîwan Sadiq bi bîr xist ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nûjenkirina temamê perestgehan de texsîr nake.