Bi kêran êrîs kirin ser kargehê: 1 kustî

16 tîrmeh 2022 01:14
Bi kêran êrîs kirin ser kargehê: 1 kustî

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Artûkliyê li taxa Gaffari Guneş ji ber sedemên dayîn û sitendina pere pevçûn derket û di encamê de kesekî bi kêrê hat kuştin.

Bav û kur ên ku perê wan li Ahmet Kaymaz bû, çûn kargeha Kaymaz û di navbera wan de pevçûn derket. Bi kêrê li Ahmet Kaymaz xistin û li ser gilîkirina kesên li der û dor polîs û tîmên 112 an yên tendursitiyê çûn ciyê bûyerê. Hat famkirin ku Ahmet Kaymaz li ciyê bûyerê can daye.

Cenazê Ahmet Kaymaz birin morga nexweşxana perwerdê û lêkolînê. Polîsan bav û kur xistin binçav.