'Bi êrîşên çek li dijî Grûba Koç Kurd tên krîmînalîzekirin

11 hezîran 2026 12:52

Êrîşên bi çek ên li ser kargehên Grûba Koç li Tirkiyeyê ji hêla hin pisporan ve wek çalakiyên provokatîf û organîzekirî tên nirxandin û pispor di wê baweriyê de ne ku bi van êrîşên provokatîf hewla şikestina daxwazên mirovî û demokratîk yên Kurdan tên dayîn.

'Bi êrîşên çek li dijî Grûba Koç Kurd tên krîmînalîzekirin

RûpelNews - Êrîşên bi çek ên li ser kargehên Grûba Koç li Tirkiyeyê ji hêla hin pisporan ve wek çalakiyên provokatîf û organîzekirî tên nirxandin û pispor di wê baweriyê de ne ku bi van êrîşên provokatîf hewla şikestina daxwazên mirovî û demokratîk yên Kurdan tên dayîn.

Rahmî Koç ê yek ji dewlementtirîn ê Tirkiyeyê ye bi gotinên xwe yên nîjadperest ên li dijî Kurdan rastî bertekên mezin hat. Hem di civakê de hem di siyaseta Tirkiyeyê de reaksiyonên mezin û ciddî li dijî Koç hat nîşandan.

Ji ber gotinên nîjadperst der barê Koç de lêpirsîn hat destpêkirin. Ligel berdewamiya nîqaşên li ser van gotinan li bajarên cuda yên wek li Stenbol, li Antalya, li Diyarbekirê êrîşên bi çek li pey hev li dijî kargehên Grûba Koç hatin kirin.

Bi nêrîna pisporan ev êrîşên çekdarî bertekên demokratîk ên Kurdan tek dibe û ev êrîşên li ser hev hatine kirin nîşaneya planeke organîzekirî ye.

Prof. Kiran: Hinek alî di ser Kurdan re planeke tarî dikin

Akademîsyen Prof. Dr. Abdullah Kiran ji Zanîngeha Alparslan a Mûşê êrîşên bi çek wek plankirî û terorî bi nav kir û wiha got: Xelkê Kurd di çarçoveyeke demokratîk de bertekên xwe yên rewa nîşan dan lêbelê, ev êrîşên çekdarî nayên qebûlkirin û ne Kurd û ne jî kesekî din van êrîşan pesend dike. Li gorî nêrîna min hewldanek heye ku Kurdan ji qada demokratîk bikişîne nav qada tundûtûjiyê, û hesabekî siyasî li ser wan yeksan bike. Bi gotineke din, hin alî hewl didin ku bi rêya Kurdan planekê bikin Di rabirdûyê de, êrîş li ser Ahmet Turk û gelek siyasetmedarên din ên Kurd hatine kirin, lê pêleke wiha ya tundûtûjiya plankirî û birêxistinkirî derneketiye holê. Ji ber vê yekê divê em baweriyê bi van kiryarên xedar û provokatîf neynin û divê em xwe ji wan dûr bigirin."

“Êrîşên wiha zirar dide proseya aştiyê jî”

Bi nêrîna Kiran, êrîşên wiha çekdarî tesîreke xerab li ser proseya aştiyê dike û wî wiha nirxand: “Di salek an du salên borî de, Tirkiyeyê destpêşxeriyek da destpêkirin ku armanca wê çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane ye. Di pêvajoyeke wiha de, bûyereke provokatîf û tundûtûj a bi vî rengî ku li dijî Kurdan hatiye plankirin, li dijî ruhê pêvajoyê ye û heta dikare wekî hewldanek ji bo têkbirina wê jî were dîtin. Ji ber ku kiryarên wiha êrîşên ku zirarê didin daxwazên demokratîk ên Kurdan û lêgerîna wan a ji bo civakeke demokratîk pêk tînin. Çalakiyên wiha ne di xêra Kurdan û ne di xêra civaka Tirk be."

Umit Firat: Ev çalakiyên provokatîf in

Li gor nivîskar û lêkolîner Umit Firat jî di ser hessasiyetên civara Kurd re hewla cibîcikirina planeke nexêrê tê dayîn lê ev plan nate ser.

Firat nirxandina xwe ya li ser mijarê wiha kir:

“Ez li vir provokasyonekê dibînim. Helbet, hin derdor heye ku vê yekê wek hincetek ji xwe re  bi kar bînin û ev tilt berê jî tim hatiye kirin. Lêbelê, ev niha planeke pûç e  û kes ruh nade. Bi gotineke din, provokasyonên wiha berê li Tirkiyeyê dihatin kirin ji bo astengkirina pêşketinên reformîst ên potansiyel an pêşketina erênî, ji bo manîpulekirina civakê, û ji bo xurtkirina hesta gefê. Ev çalakiyên rûtîn bûn ku ji aliyê hin fraksiyonên di nav dewletê de dihatin meşandin. Kiryarên provokatîf ên wiha, ku bi salan li Tirkiyeyê hatine ceribandin û di hin serdeman de bi ser ketine lê êdî guhdarên wan nemane; ew êdî kar nakin.”

“Xwedêgiravî sivikatî li jinên Kurd dihat kirin lê têk çû”

Firat bilêv kir ku ev gotinên Rahmi Koç gotinên nexweş, cudakarî û sivikatî yê ye lê di civakê de neçû serini. Firat wiha axivî:

“Tirkiye êdî ne ew Tirkiyeyê berê ye, civak jî ne ew civaka berê ye. Gotin û helwestên bêrêz wekî berê êdî ne tiştekî wisa ye ku wek berê bi hêsanî were kenandin. Di vî warî de, ev bûye pêşketineke girîng. Hin beşên civakê ji bo ku nerazîbûna xwe li dijî vê cudakariyê bînin ziman, ketine tevgerê. Ew bertekeke rewa bû. Ji ber vê yekê divê Rahmî Koç ji vê yekê ji xwe re dersek werbigire. Pêwîst e ew vê hişyarî û hestiyariya di nav civakê de bê dîtin. Xwedêgiravî heqaret li jinên Kurd bikira lê bi bertekên civakê ev tişt neçû serî."