Bi besdariya Nêçîrvan Barzanî bo sehîdên 1ê Sibatê merasîmek birêve diçe

01 sibat 2020 16:10
Bi besdariya Nêçîrvan Barzanî bo sehîdên 1ê Sibatê merasîmek birêve diçe

PeyamaKurd-  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 1ê Sibatê li Hewlêrê beşdarî Merasîma Bîranîna Şehîdên 1ê Sibatê bû û ji bo qurbaniyan PDKyî û YNKyî peyameke sersaxiyê belav kir.

Îro Şemiyê (01.02.2020) bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve, ji aliyê Wezareta Şehîd û Enfalbûyan a hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi hemahengiya li gel parêzgerê Hewlêrê, 16mîn Salvegera Şehîdên 1ê Sibatê li parka Samî Ebdulrehman a Hewlêrê birêve çû.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê medya civakî bi Kurmancî û tîpên latînî peyamek weşand û diayr kir ku, ew ê hertim di wijdana gelê Kurdistanê de zindî bimînin.

Nêçîrvan Barzanî ev peyam dan: “Em bi rêz û hurmet şehîdên nemir ên 1ê Sibata 2004an bi bîr tînin ku li baregehên PDK û YNKê li Hewlêrê bûne qurbaniyên terorê. Ewê hertim di wijdana gelê Kurdistanê de zindî bimînin. Silav li malbatên wan ên serbilind, dirûd ji canê wan ê paqij re, bîranîna wan bi xêr.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di karesata 1ê Sibata 2004an de, 101 kes li du teqînên xwekujî de, li binkeyê baskê 2 yê PDKê û malbenda 3 ya YNKê de li Hewlêrê şehîd bûn. Ji ber wê jî gelek rêveber û endamên her du partiyan û bi dehan Pêşmerge û xelkê sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.