Nêçîrvan Barzanî ji bo 1ê Sibatê peyamek belav kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya li ser Xê de diyar kir, “Şehîdên 1ê Sibatê bûne sembola xwîna pêkvejiyana Kurdistaniyan.”
Nêçîrvan Barzanî, ji bo 21emîn salvegera şehîdên 1ê Sibatê de peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, “dilsoziya herî baş ji bo canê şehîdan û rêya herî rast ji bo berxwedana li dijî terorîstan tenê yekrêzî û yekîtî ye.
Em tenê bi vî awayî dikarin destkeftî û mafên xwe biparêzin û bigihîjin armancên xwe.”
Di berdewama daxuyaniya xwe de anî zimên:
“Pêwîst e em her sal vê bibîranînê û bûyera vê tawana terorîstî bikin derfetek ji bo xwenirxandinê û xurtkirina biratî, pêkvejiyan û hevçarenivîsiyê.
Şehîdên 1ê Sibatê bûne sembola xwîna hevbeş a Kurdistaniyan e ku bi destê terorîstan hatiye rijandin ku bêyî ti cudahiyê, canê koma serok û têkoşerên gelê me û welatiyên sivîl ên Kurdistanê kirine armanc.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin