Bi besdariya Nêçîrvan Barzanî 8emîn Maratona Navdewletî ya Hewlêrê destpê kir
PeyamaKurd - Îro bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û hejmarek rayedarên din 8emîn Maratona Navdewletî ya Hewlêrê dest pê kir.
Heştemîn Maratona Navdewletî ya Hewlêrê îro li ber deriyê Parka Samî Ebdurehman dest pê kir. Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û hejmareke zêde ya werzişvanan di wê maratonê de beşdar in.
#Kurdistan @IKRPresident Nechirvan Barzani participated in the Erbil International Marathon Friday morning. pic.twitter.com/P3SpeDr40J
— Kurdistan Region Presidency (@KurdistanRegion) October 25, 2019
Herwiha di maratonê de Parêzgarê Hewlêrê, Firset Sofî û hejmarek berpirsên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tevlî maratonê bûn.
Di maratona îro de werzişvanên ji 35 welatên cuda yên cîhanê beşdar bûn.
Maratona temam ku li gor yasa û rênimayîyên cîhanî dibe û dirêjahîya wê 42 Km û 195 M dibe. Ev Maraton piranîya wan kesên profesyonel in çar caran li derdora Cadeya 60m dizivirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin