Bi besdariya kurê Danielle Mitterrand li Parlamentoya Kurdistanê merasîmek tê sazkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi minasebeta salvegera 10emîn a mirina dosta qedîm a Kurdan Danielle Mitterrand a hevjîna serokomarê berê yê Fransayê Fransuva Mitterrand, roja Sêşemê li demjimêr 12:00 bi rûniştineke taybet li Parlamentoya Kurdistanê merasîmek tê sazkirin.
Hat diyarkirin ku wê di merasîma bîranînê de Seroka Parlamentoyê Rewaz Fayeq û kurê Danielle Mitterrand, Gilbert Mitterrand jî her yek ji wan axaftinekê bikin.
Daniella Mitterrand a ku wekî ‘Dayika Kurdan’ jî dihat zanîn, 22yê Mijdara 2011an koça dawî kiribû.
Li gorî zanyariyan wê di rûniştina parlamenê de herwiha êrîşên dawî yên DAIŞê yên li herêmên Kurdistanî jî ligel komîsyonên pêwendîdar werin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin