Serokwezîr Barzanî pêswazî li Serokê Dezgeha Danielle Mitterand û kurê wê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Kanûnê roja Sêşemê pêşwazî li kurê dosta kevin a gelê Kurdistanê Danielle Mitterrand, Gilbert Mitterrand û Serokê Dezgeha Danielle Mitterrand – France Libertes kir.
Di hevdîtinê de ku Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chevalier û Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Olivier Decottignies amade bûn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi rêz pêzanînê behsa helwesta dostane û piştevaniya Danielle Mitterrand û François Mitterrand kir di rojên dijwar de piştevanya gelê Kurdistanê kirin, ji ber wê her dem kar û helwestên wan de bîra gelê Kurdistanê de zindî dimînin.
Serok Barzanî tekezî li wê kir, dilsozî û firmêskên xanim Danielle Mitterrand ji bo zordariya li gelê Kurd hatiye kirin, ti carî ji bîra wî naçe. Ragihand jî, gelê Kurdistanê her çi ji bo Danielle Mitterrand bike, her kêm e û ne di asta alîkarî û dilsoziya xanim Danielle Mitterrand bo gelê Kurdistanê de ye.
Serokê Dezgeha Danielle Mitterrand – France Libertes amaje bi wê kir ku pêşketina Herêma Kurdistanê û serkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, cihê hêvî û omîdê ye û wî amadehiya xwe jî ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê li navendên dîplomasî yên cîhanê de dubare kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin