Parlamentoya Iraqê bi besdariya nûnerê NYê ve dicive!
PeyamaKurd- Îro Çarşemê13.11.2019ê Parlamentoya Iraqê dicive û nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Iraqê jî beşdarî civîna parlamentoyê dibe.
Biryar e îro Parlamentoya Iraqê bicive û civîneke taybet li ser guftûgoya bernameya çaksaziya hikûmetê û guftûgo derbarê çend projeyasayek de were kirin.
Di civîna parlamentoyê de pirsa daxwazên xwepêşanderan û êrîşkirina ser xwepêşanderan jî dê bê guftûgo kirin.
Herwiha di civîna îro de nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert jî beşdar dibe.
Berî naha UNAMI li Iraqê projeyek bo çareseriya pirsgirêkên li Iraqê, ku peyvendiya xwe bi daxwazên xwepêşanderan ve heye pêşkeşî encûmena nûnerên Iraqê û aliyên siyasî kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin