Lijneya Parastinê ya Parlamentoya Iraqê li ser operasyonên Tirkiyê dicive
08 tîrmeh 2024 23:00
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê sibe Parlamentoya Iraqê li ser hebûna artêşa Tirkiyê û operasyonên wê yên li nav erda Iraq û Herêma Kurdistanê bicive û helwesta xwe diyar bike.
Li gorî daxuyaniya Endamê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya parlamentoya Iraqê Mihemed Şemerî, ew dê sibe bicivin û êrîşên Tirkiyê yên li Duhokê yên bi hinceta hebûna PKKê têne kirin gotûbêj bikin.
Mihemed Şemerî gotiye, wê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya parlamentoya Iraqê jî li ser êrîşên dawî yên Tirkiyeyê helwest, biryar û pêşniyara xwe ya li ser destdirêjiya metirsîdar û mezin ya Tirkiyeyê nîşan bide ku wê hinek berpirs jî amade bin da ku bi wan re mijara serweriya Iraqê biaxivin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Lijneya Çandinî û Avê ya Parlamentoya Iraqê hisyarî da
11 gln 2023
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin