Serokê Herêma Kurdistanê bi kurê dosta gelê Kurd ê xanima Mitterrand re civiya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Gilbert Mitterrand, kurê dosta gelê Kurd xanima Danielle Mitterrand re civiya û diyar kir, gelê Kurdistanê tu carî xanima Mitterrand ji bîr nake ku wekî dayikeke dilovan piştgîriyê li gelê Kurdistanê kir û li Fransa û li Ewropa û li her ku derê bikaribûya, daxwaza yarmetîdana gelê Kurdistanê dikir.
Nêçîrvan Barzanî do Sêşemê 07.12.2021 li Hewlêrê bi birêz Gilbert Mitterrand kurê xanima Mitterrand re hevdîtinek pêk anî û ji bo beşdariya li rêwresma bîranîna deh saliya dayika wî de li Parlamentoya Kurdistanê, serdana Herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî qala rol û dilsoziya xanima Mitterrand ya ji bo xelkê Kurdistanê û handana serkirdayetiya Kurdistanê ya ji bo yekrêzî û tebayiyê kir û bexşîna nasnavê (Dayika Kurd) bi xanima Mitterrand pir hêja zanî ku birastî dayikayetiyê ji bo gelê Kurdistanê û piştevaniyê li doza wî ya rewa kir. Herwiha spas û pêzanînên xwe ji bo piştgîriya berdewamiya Fransa li gelê Kurdistanê dûpat kir.
Ji aliyê xwe ve birêz Gilbert Mitterrand ku bi xwe bi serdana Herêma Kurdistanê û beşdarîkirina li rêwresma salvegera bîranîna deh saliya koça dawî ya dayika xwe de kir û spas û pêzanînê ji bo gelê Kurdistanê dûpat kir ku wefadar û dilsoze ji bo xanima Mitterrand û hewla bi navê yarmetîdan û piştgîrîkirina gelê Kurdistanê da, sersamî û xweşhaliya xwe jî bi pêşketinên Herêma Kurdistanê nîşan da.
Li hevdîtinê de Balyozê Fransa li Iraqê, Balyozê Giştî yê Fransa li Hewlêr, Berpirsê Rêxistina France Libertés, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa amade bûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin