Besar Esed ji bo hikûmeta nû Hisên Ernûs wek serokwezîr erkdar kir

25 tebax 2020 22:07
Besar Esed ji bo hikûmeta nû Hisên Ernûs wek serokwezîr erkdar kir

PeyamaKurd - Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed, piştî encamdana hilbijartinên encûmena gel, Hisên Ernûs weke serokwezîrê nû ji bo pêkanîna hikûmeta nû erkdar kir.

Hilbijartinên parlamentoya Sûriyê 19ê Tîrmeha 2020an, tenê li navçeyên desthilata hikûmeta Şamê hatibûn lidarxistin û wekî berê dîsa kutleya partiya Beas bi ser ketibû.

Beşar Esed roja 11ê Hezîranê bi biryara serokatiyê ya hejmar 143 a sala 2020, Muhendis Imad Mihemed Dîb Xemîs ji posta serokwezîriya Sûriyê dûr xistibû û Hisên Ernûs weke serokwezîrê nû li cihê wî danîbû.

Esed gotibû, hikûmet dê heta hilbijartinên nû yên parlamentoyê (Meclisa Gel) li ser karên xwe berdewam be.