Aksener got ku hikûmeta Erdogan doh bi Besar Esed re hevdîtin kiriye!

09 gulan 2021 13:23
Aksener got ku hikûmeta Erdogan doh bi Besar Esed re hevdîtin kiriye!

PeyamaKurd – Seroka Partiya İYİ ya Tirkiyê Meral Akşener, êvara borî di bernameyeke televizyonê de got ku wê bihîstiye hikûmeta Tirkiyê ya bi seroktiya Erdogan, îro (8 Gulan) bi serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed re hevdîtin kiriye.

Akşener herwiha piştgirîya xwe jî bo hevdîtina ligel Esed diyar kir û got, “Min bihîst îro bi Beşar Esed re hevdîtin tê kirin. Înşelah rast be, ji bo wê min dia kir.”

Meral Akşener herwiha li ser pirsa namzedbûna hilbijartinên serokomariyê yên 2023yan jî diyar kir ku ew ê li ber rizgarbûna Tirkiyê ji vê sîstema xirab (sîstema seroktiyê ya Erdogan) re nebe asteng.