Besar Esed êrisî Erdogan kir û got
PeyamaKurd– Serokê Sûriyê Beşar Esed, bi tundî êrişî serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û got, Erdogan peyayekî biçûk yê Amerîka ye!
Serokê Sûriyê Beşar Esed, doh di civîna beşek ji rayedar û karmendên hikûmeta xwe de behsa rewşa Sûriyê kir û ragihand, tevahiya axa Sûriyê dê were azadkirin.
Beşar Esed, bi tundî êrişî serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û got, Erdogan ku peyayê rêxistina Îxwan Muslimîn e, dixwaze wisa nîşan bide ku ew dikare hinek tiştan bike. Hinek caran jî tehdîdan dike. Lê di rastiyê de Erdogan peyayekî biçûk yê Amerîka ye.
Beşar Esed behsa rewşa kurdan jî kir û ragihand, bila ew bizanin ku Amerîka wan naparêze, tenê Sûriye dê wan biparêze.
Amerîka wan naxe nav dilê xwe belkû dê wan bixe berîka xwe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin