Besar Esed Husên Ernûs ji bo avakirina hikûmetê erkdar kir
PeyamaKurd – Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed, ji bo avakirina hikûmeta nû ya Şamê Serokê Hikûmeta demkî yê niha Husên Ernûs erkdar kir.
Beşar Esed di hilbijartina Gulana borî ya herêmên deshilata xwe, careke din bi piraniya dengan weke Serokê Sûriyê hatibû hilbijartin û roja 17ê Tîrmehê stnda yasayî xwaribûç
Esed îro Serokê Hikûmetê yê karbirêker yê niha Husên Ernûs bi pêkanîna hikûmeta nû raspard.
Husên Ernûs ji Hezîrana 2020an ve di postê serokwezîrtiya Sûriyê de ye û careke din bi pêkanîna Hikûmetê hat spartin.
Husên Ernûs sala 1953an li bajarê Idlibê ji dayik bûye û sala 1978an ji fakulteya Endezyariya Şaristanî ya Zanîngeha Helebê derçûye.
Husên Ernûs berî niha jî çend postên cuda di hikûmeta Sûriyê de wergirtibûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin