Besar Esed efûya gistî ji bo çend tawanan derxist

03 gulan 2021 12:34
Besar Esed efûya gistî ji bo çend tawanan derxist

PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Beşar Esed, do, mersûma yasayî ya hejmar 13an, di derbarê efûya giştî ya ji bo çend tawanan de derxist.

Li gor fermana Serokê Sûriyê, kesên ku berî roja 2ê Gulana 2021an tawan kiribin, têne efûkirin. Herwiha kesên ku ji leşkeriyê reviyane jî têne efûkirin, lê divê ew kes pişt re biçin leşkeriyê.

Fermana Esed a bo efûya giştî li Sûriyê ji 3 beş û 23 maddeyan pêk tê û do di rojnameya fermî ya Sûriyê de hat belavkirin.

Di maddeya 21a fermana efûyê de hatiye gotin, efûya giştî kesên ku beşdarî di tawanan de bûne û xwe veşartine û ji dadperweriyê reviyane, li xwe nagire, lê eger di nava 6 mehan de xwe radestî aliyên pêwendîdar bikin dibe.

Ev efûya giştî, bi taybet nexweşên li zindanan ku nexweşiyên giran hene û dermankirina wan tune ye, li xwe digire û hatiye diyarkirin, ku ji bo destnîşankirina wan kesan, Wezîrê Dadê bi hemahengî li gel Wezîrê Berevaniya Sûriyê komîteyeke hevbeş a pizîşkî pêk tînin.