Esed ji bo tawanên berî 21ê Kanûna 2022yan efûya gistî derxist: Welatiyên derve dikarin vegerin!
PeyamaKurd – Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed, di demeke ku hîn çareseriyeke siyasî ji bo şerê Sûriyê nehatiye dîtin, ji bo ‘tawanbarên qaçax’ efû derxist.
Li gorî biryarnameya bi jimara 24an ku ji aliyê Beşar Esed ve hatiye îmzekirin, efûya giştî tenê ji bo qaçax û tawanbarên berî 21ê Kanûna 2022yan derbas dibe.
Di biryarnameyê de hatiye diyarkirin ku divê welatiyên qaçax ên li derve di nav 4 mehan de, yên li welat jî di nav 3 mehan de xwe radest bikin û ew ê ji cezayê girtîgehê muaf bin.
Beriya niha jî hikûmeta Sûriyê efûyên bi vî awayî derxistibûn. Lê belê ev efûya dawî wekî gaveke girîng ji bo penaberên Sûriyê yên li Tirkiye û gelek welatên din tê nirxandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin