Dozgeriya Swîsreyê apê Besar Esed bi tawanên ser tawanbar kir
PeyamaKurd – Dozgeriya Giştî ya Swîsreyê ragihand ku apê Beşar Esed, Rifet Esed bi kiryarên tawanên û tawanên dermirovî di salên 1980î de hate tawanbarkirin.
Dozgeriyê daye zanîn, Rifet Esed di Sibata 1982yan de fermanên kuştin, îşkencekirin, zordarî û binçavkirina nerewa li Hemayê di serdema Hafiz Esed de derxistine.
Dadgeriya Swîsreyê sala borî biryara girtina Rifet Esed dabû. Rifet Esed di 1982yan de dema alîkarê birayê xwe Hafiz Esed bû tawanên şer li Sûriyeyê pêk anîbûn.
Biryara dadgeha federal piştî salekê ji daxwazê hat belavkirin.Nivîsgeha dozgeriya giştî ya federal a Swîsreyê jî xwest ev daxwaz nepenî bimîne da ku Rifet Esed ê 85 salî nikaribe ji dayîna hesabê tawanên xwe bireve.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin