Naveroka efûya gistî ya Esed hat eskere kirin

16 îlon 2019 03:06
Naveroka efûya gistî ya Esed hat eskere kirin

PeyamaKurd – Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed yasaya ku tawanên beriya 14ê Îlona 2019an efû dike pesend kir.

Li gorî nûçeya ajansa dewleta Sûriye SANAyê Beşar Esed yasaya ku hemû tawanên beriya 14ê Îlona 2019an li wî welatî efû dike pesend kir û bi weşandina biryarê li ser rojnameya fermî jî ew efû ketiye meriyetê.

Naveroka efûya hikûmeta Sûriyê wiha ye:

- Wê sizayê îdamê bi sizayê girtîgehê bê guhertin.

- Cezayê muebetê dê bibe 20 sal

- Wê qaçaxên leşkeriya neçarî ku xwe radest bikin, ji efûyê sûde bistînin.

- Qaçaxên leşkeriya Sûrî di nav 6 mehan de teslîm bibin, dê ji efûyê sûde bistînin.

TAWANÊN DIJÎ DEWLETÊ JÎ WIHA HATINE RÊZKIRIN

- Çekdarbûna dijî dewletê

- Li dijî dewleta Sûriyê hevkariya bi dewletên biyanî re

- Endamtîya rêxistinên çekdar

- Kesên ji sizayên qaçaxçîtiya çekan û tilyakê hatine cezakirin