Esed li Sûriyeyê efûya gistî ragihand

23 îlon 2024 01:11
Esed li Sûriyeyê efûya gistî ragihand

PeyamaKurd - Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esed bi biryarnameyekê, ji bo tawanên ku beriya 22yê Îlona 2024an hatine kirin efûya giştî derxist.

Li gorî biryarnameyê, kesên ji leşkeriyê reviyane çi li nav Sûriyeyê çi jî li derveyî Sûriyeyê dê bên efûkirin.

Ji bo ku ji efûyê sûd wergirin, kesên li Sûriyeyê dijîn divê di mav 3 mehan de xwe radest bikin.

Her wiha kesên ku li derveyî Sûriyeyê jî dijîn divê di nav 4 mehan de xwe radest bikin.

Li aliyê din, kesên ku tawanên li dijî civak û dewletê kiribin, bertîl xwaribin, sextekarî kiribin an jî dizî kiribin nakevin ber efûyê.