Besar Esed efûya qismî ragihand

17 mijdar 2023 03:20
Besar Esed efûya qismî ragihand

PeyamaKurd – Serokê dewleta Sûriyê Beşar Esed efûya giştî li seranserê Sûriyê ragihand. Lê 12 sale di şerê nav xwe de kesên li dijî rejîmê ketine nav tevger û şerê çekdar, di derveyê efûyê de mane.

Biryarnama ku Esed îmze kir, cezayê îdamê kirin muebbed û kesên muebbed ceza dane wan, wê 20 sal di zîndanê de bimînin. Kesên karê firotina çekan kirine û yên li hemberê rejîmê ketine şer, di derveyê efûyê de dimînin.

Şirpovekarên siyasî û rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku biryarnama efûyê ji parastina muxalifan dûr e.