Nêçîrvan Barzanî: Em nabin beşek ji pevçûnan

04 adar 2026 19:40

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Eraqçî, bi telefonê axivîn. Her du alî di vê çarçoveyê de girîngiya parastina aramî û seqamgîriyê teqez kirin.

Nêçîrvan Barzanî: Em nabin beşek ji pevçûnan
Nêçîrvan Barzanî û Ebas Eraqçî

RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Eraqçî, bi telefonê axivîn. 

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di vê pêwendiya telefonî de, li gel nîqaşkirina têkiliyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê de, rewşa dawî yên herêmê û encamên wan hatin nirxandin.

"Ewlehî û aramî divê were parastin" 

Her du alî di vê çarçoveyê de girîngiya parastina aramî û seqamgîriyê teqez kirin.
Her wiha, her du alî li ser parastina ewlehiya sînoran sekinîn û teqez kirin ku divê rê li ber her hewldanekê were girtin ku dikare aramî û seqamgîriya herêmê têk bibe û rewşê aloztir bike.

Têkiliyên Kurdistanê û Îranê

Serokê Herêmê Neçîrvan Barzanî dûbare kir ku Herêma Kurdistanê dê nebe beşek ji milmilaneyan û her dem dê wek faktorê aramiyê bimîne. Neçîrvan Barzanî her wiha piştgiriya xwe ji bo hewlên dîplomatîk ên ku armancên wan kêmkirina aloziyan û dûrxistina metirsiyên şer li ser gelên herêmê ne, anî zimên.