Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Ewropa re civiya: Bêyî hevtêgihîstinê kêse çareser nabin!
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 7ê Îlonê roja Çarşemê pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa (YE) yê li Iraqê Ville Varjola û şanda pê re kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de, mijarên pêşvebirina demokrasiyê, mafên mirovan û mafên azadiyê û pirsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Di civînê de li ser bername û kar û çalakiyên tîma Yekîtiya Ewropayê ya li Iraq û Herêma Kurdisytanê û niyeta amadebûn û berfirehkirina çalakiyên Yektiya Ewrûpayê li Iraq û Herêma Kurdistanê axivîn.
Nêçîrvan Barzanî tevî pîrozbahiya ji bo destbikarkirina Serokê nû yê Nûnerê Şêwirmendiya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê, hêviya serkeftinê jê re xwest û spasî û pêzanîna xwe ji bo rola alîkar û çalakiyên Yekîtiya Ewropayê û saziyên wê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di hevdîtinê de behsa girîngiya hevkarî û alîkariya Yekîtiya Ewropayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bo pêşvebirina warê demokrasiyê hat kirin.
Hat diyarkirin ku pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û kêşeyên wan, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û hilbijartin û berfirehkirina ofîsa Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.
Di civînê de, helwest û hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê û destpêşxeriyên ji bo çareserkirina kêşeyên Iraqê bi diyalog û hevtêgihîştin, bilind hat nirxandin.
Li aliyê din Nêçîrvan Barzanî jî tevî pêşkêşkirina kurteyek derbarê rewş û proseya siyasî ya Iraqê de, tekezî li ser wê yekê kir ku bêyî gotûbêj û hevtêgihîştin û hestkirina berpirsyariya niştimanî, kêşeyên Iraqê çareser nabin, loma di vê qonaxê de divê hemû hêz û alî û pêkhateyên Iraqê, seqamgîriya siyasî wek erkê xwe yê sereke û pêşîn bibînin û ji bo vê bixebitin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin