Baroya Diyarbekirê: Tîma taybet ya îskencê hat danîn

24 sibat 2018 21:59
Baroya Diyarbekirê: Tîma taybet ya îskencê hat danîn

Baroya Diyarbekirê bo zindana Xarpêtê (Elaziğ) nûçeyeka xeter ragihand. Komîta Şopandina Zîndanê ya Baroyê û Komela Mafê Mirovan (İHD) raporek pêşkêşî çapemeniyê kirin.

Di raporê de behsa îhlala mafê mirovan ya zîndana Elaziğê ya 2 yemîn dike. Ragihandin ji aliyê parêzerê Baroya Diyarbekirê, ji aliyê Önder Alçiçek de hat kirin. Alçiçek weha got:

“Di dema jimartina girtiyan de, memûrên zîndanê girtiyan li ser linga û di yek rêzê de dane rawestandin. Li ser reda zîndaniyan berê di derbarê wan de zebt hatine girtin û di peyde derb û îşkence li wan hatiye kirin. Memûrên ku ketine odeyan qelebalix bûne, bi derban li zîndiniyan  xistine, zîndaniyan bi mirinê tehdîd kirine, eşyayên di odeyan de şikandine û gotine ku ewlekariya zîndaniyan ya can tine ye. Kesên ku avêtine ser zîndanê, berê li zîndanê nehatine dîtin. Ne wezîfedarên zîndanê ne.”

Alçiçek dibêje ku birîndaran neşandine ser doktoran, şopên lêdanê ji aliyê heyetê ve hatine tesbîtkirin. Baro giliyê wan ji wezareta dadê û ji Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan ya Meclisa Ankara re kiriye.