Tîma PSGê li Diyarbekirê akademiya futbolê vekir
29 gulan 2022 14:40
PeyamaKurd – Tîma Futbolê ya navdar a Fransayê Paris Saint Germain, di çarçoveya xebatên xwe vekirina akademiyên werzişî li cîhanê de, li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê jî akademiyeke futbolê vekir.
Hat ragihandin ku di nava akademiyê de, wê ji zarokên 3 salî heta ciwanên 19 salî wekî futbolîz werin perwerdekirin.
Hat zanîn ku armanca akademiya werzişê ya PSGê ew e ku ji bajarê Diyarbekirê jî lîstikvanên futbolê yên bibin stêrk bên derxistin.
Li gorî zanyariyan PSG amadekariyê dike ku di demeke nêzîk de li Hewlêrê jî akademiyeke perwerdeya futbolê veke.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Aborî
FIFAyê cezayê li ser tîma futbolê ya Hewlêrê rakir
20 tbx 2024
Cîhan
Tîma futbolê ya Dalkurd navê xwe, rengê forma û logoya xwe diguherîne
06 sbt 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin