TAYBET- Mîroglu: Zindana Diyarbekirê navenda doktrînasyona leşkerî bû

13 nîsan 2026 23:05

Derhênerê belgefîlma “Posta Kutusu 213 Diyarbakır” Orhan Mîroglu qala belgefîlma xwe kir û got: ”Girtîgeha Diyarbakirê wek projeyeke pişaftinê bû ku hewl dihat dayîn Kurdan bikin Tirk. Zindana Diyarbekirê jî wek berdewamiya pişaftina etnikî ya Dêrsim, Şêx Saîd bû.”

TAYBET- Mîroglu: Zindana Diyarbekirê navenda doktrînasyona leşkerî bû

RûpelNews - Zindana Diyarbekirê dema derbeya leşkerî ya sala 1980an bûbû cîhê îşkenceyeke mezin ku girtiyên Kurd rastî zext û zordariyên mezin dîtibûn, gelek Kurd bi awayeke dermirovî hatibûn qetilkirin. Di ser vê re 46 sal derbas bibin jî lê ev îşkenceyên giran hê jî di hiş û bîra Kurdan de ye.

Yek ji wan girtiyan jî nivîskar-siyasetmedar Orhan Mîroglu yê parlamenterê berê yê AK Partî ye ku îşkenceyeke giran li wî jî hatibû kirin.

Orhan Mîroglu bi mebesta ev bûyer neyê jibîrkirin û jê hisab bê pirsîn belgefîlmeke bi navê “Posta Kutusu 213 Diyarbakir” kişand.

Heta niha gelek belgefîlm li ser Zindana Diyarbekirê hatin kişandin lê cudahiya belgefîlmê ew e ku ligel axaftina girtiyan, wezîfedarên fermî yên wek leşker-serbaz jî yên di zindanê wê demê dixebitiyan jî di belgefîlmê de diaxivin.

Li gor Orhan Mîroglu yê ku ji RûpelNewsê Ercan Dag re axivî, ev belgefîlm wek rûbirûbirin e, nîşandana bûyerên rûreş ên perçeyeke ji dîroka vî welatî ye û li dijî înkarkirinê bersivek e.

“Zindana Diyarbekirê wek navenda doktrînasyona leşkerî bû”

Mîroglu, tekez kir ku Girtîgeha Diyarbakirê di dema derbeya leşkerî de xwedî mîsyoneke taybet bû û got, "Min ev der ne tenê wek navendeke îşkenceyê dît; ew navendeke doktrînasyona leşkerî bû û wiha axivî: Ev zindan bi taybetî bi mebesta pişaftina Kurdan hatibû hilbijartin yanê wek qadeke nîjadperestî bû. Girtîyên ku digotin ez Kurd im, rastî îşkenceyeke mezin dihatin. Dîwarên tevahiya girtîgehê, dîwarên odeyan, dîwarên korîdoran bi dirûşmên nijadperest û şovenîst hatibûn lidarxistin. Ew wek projeyeke 'Tirkkirinê' bû."

“Zindana Diyarbekir, Dêrsim, Şêx Seîd hemû di bîra vî welatî de ne”

Li gorî Mîroglu wî bi vê belgefîlmê, mohrekê li dîrokê xist û wiha axivî: Gelek bûyerên bi êş xeddar di dîroka Tirkiyeyê de hene ku êdî Tirkiye divê wan bîne ber çavan ji bo helaliyekê. Hêviya min heye ku ev hesabpirsîn dê çêbibe. Ev tilt zarûrî ye. Armanca min a belgefîlmê jî ew bû. Gelek bûyerên dilêş hene ku wekî Dêrsim, wekî Şêx Saîd, wekî doza 49an, kampa li Sêwazê. Ev hemû di dîroka Tirkiyeyê de rû dane. Pêwîst e em yek û yek van meseleyan biaxivin.

"Di belgefîlmê de, leşkerên ku di girtîgehê bûn diaxivin"

Di belgefîlmê de ligel axaftina şahidên girtiyan leşkerên wezîfe dikirin jî diaxivin. Li ser vê Mîroglu got: “Di belgefîlmê de, em ê ji leşkerên ku li wir xizmet kirine derbarê tiştên ku li girtîgehê qewimîne bibihîzin. Me ji arşîvên hin rojnamevanên serbixwe ku heta niha zêde nehatine bikaranîn, sûd wergirtiye. Me derdora 70-80 wêneyên têkildarî Girtîgeha Diyarbakirê dîtin. Mînak, kûçikê navdar ê serbaz Esat heye. Me wêneyekî resen ê kuçik Co dît. Ew wêneyekî pir bêhempa ye û dê cara yekem di belgefîlmê de were nîşandan.”

Belgefîlm di festivale Cannesê de ye

Belgefîlm, dê beşdarî nêzîkî 100 festîvalên fîlman ên navneteweyî bibe. Ji niha ve ji Festîvala Fîlman a Cannesê re hatiye şandin. Belgefîlm dê di navbera 13-14ê Nîsanê de li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê were nîşandan.