Balyozê Japonya yê Iraqê: Iraq welatê vexwarina çayê û axaftinê ye
PeyamaKurd – Balyozê Japonyayê yê Iraqê Futoshi Matsumoto, di hevpeyvîneka xwe ya ji bo dezgeya medyayê de got ku weka çand, Iraq welatekî ji axaftinê û vexwarina çayê gelek hez dike. Balyoz di derbarê serokwezîr Sûdanî de jî got ku ew weke Japonekî li Iraqê ye.
Futoshi Matsumoto, di hevpeyvînê de balê kişand ser orf, çand û adetên Japonyayê û got ku Japonya di mijara kirina kar de gelek ji dilin û ji mirovên ji dil jî hez dikin. Balyoz li ser şexsiteya serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani jî weha got:
“Şexsiyetekî wî ya ji dil heye. Gogtinên ji devê wî dertên û kirinên wî yekin. Bi vê taybetmendiya xwe weka Japona ye.”
Li gor Futoshi Matsumoto; divê ji axaftinê bêhtir xebat bên kirin, ji ber Japon kêm diaxifin û zêde kar dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin