Bajarên mezin ên Tirkiyê bi erdhejeke dijwar a bi hêza 6.8an hejiyan
PeyamaKurd – Li Derya Ege ya Tirkiyê bi hêza 6.8an erdhejeke mezin çêbû. Agahiyên ku li bajarê Îzmîrê hin avahî hilweşiyane tên belavkirin. Li gorî zanyariyan li navçeyên Îzmîrê û navenda bajêr gelek avahî hilweşiyane û xebatên bo rizgarkirina lêqewimîyan berdewam dikin.
Çavdêrxaneya Kandillî ya Tirkiyê ragihand ku erdhej li nava Derya Egeyê dorûbera Seferîhîsar a Îzmîrê rû daye û pileya wê 6.8 e.
Herwiha Saziya Hawarçûnê û Rewşên Lezgîn a Tirkiyê (AFAD) jî heman erdhej bi pileya 6.6an pîvand û ragihand ku navenda erdhejê Karabaglar a Îzmîrê ye.
Piştî erdheja ku li demjimêr 14:51ê îro 30yê Cotmehê rû daye de tirseke mezin li ser welatiyan çêbû û heta bajarê Stenbolê çend bajarên din ên wek Aydin û Bursayê yên Tirkiyê bi wê erdhejê hejiyan.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku heta niha li navçeyên Bornova û Bayrakli yên Îzmîrê agahiyên hilweşîna 6 avahiyan gihiştiye wî û li bajarên Denîzlî, Manîsa, Balikesîr, Aydin û Muglayê li ser mirina welatiyan agahî nehatine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin