WÊNE | Qedexeya derketina derve li bajarên mezin ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê didome

11 nîsan 2020 16:10
WÊNE | Qedexeya derketina derve li bajarên mezin ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê didome

PeyamaKurd – Li Di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa koronayê ya nifşê nû (Covîd-19) da qedexeya derketina derve ya ku ji bo 30 bajarên mezin ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hat ragihandin, bi şev dest pê kir.

Di çaroveya biryarnameya Wezareta Navxweyî  ya Tirkiyê li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê yên wekî Edene, Enkere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denizlî, Amed, Erzirom, Eskîşehir, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmir, Mereş, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûgla, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekîrdag, Trabzon û Wan tevlî Zonguldakê welatî ji ber ragihandina qedexeya derketina derve wê nikaribin derkevin derve.

Îro Şemiyê (11.04.2020) bi awayekî berbiçav tê xuyakirin ku welatî pêgirî rênima û qedexeyê dimînin ango li malên xwe rûdinên û dernakevin derve.

Xebatkarên tendirustiyê, hêzên ewlekariyê û hin sazî û dezgehên dewletê vekirî ne û ji bo kesên ku derkevin derve sizayên pereyan têne birîn.

Yek ji rêyên serekî yên bajarê metropola Stenbolê E5 ango D100 cara ewil e ewqasî vala û tenha xuya dike.