Li Xoyê erdhejeke mezin çêbû: Çend bajarên Bakurê Kurdistanê jî hejiyan
29 rêbendan 2023 02:49
PeyamaKurd – Îşev li demjimêr 21:14 li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5,8 erdhejeke mezin çêbû.
Li gorî ragihandina Saziya Hawarçûnê û Rewşên Lezgîn a Tirkiye (AFAD) îro Şemiyê 28ê Çileyê, li demjimêr 21:14 li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ku hevsînorê navçeya Elbak a Wanê ye, erdhejeke bi tundiya 5,8 pileya rixterê rû da.
Hat diyarkirin ku kûrahiya erdhejê 6,9 kîlometre bûye.
Hat zanîn ku bajarên Bakurê Kurdistanê yên Wan, Îdir, Agirî û Colemêrgê jî bi vê erdhejê hejyan ku heta ev nûçe dihat amadekirin ti agahî li ser ziyanên canî û madî yên erdhejê nehatibûn tomarkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Xarpêtê erdhejeke mezin çêbû
20 gln 2024
Cîhan
Li Meletiyê erdhejeke bihêz çêbû: Li çend bajarên din hate hîskirin
25 rbn 2024
Jiyan
Li bajarê Konya yê Tirkiyê erdhejeke mezin çêbû
01 tbx 2023
Jiyan
Cîhan diheje: Ev car li wî welatî erdhejeke mezin çêbû!
01 adr 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin