Li Meletiyê erdhejeke bihêz çêbû: Li çend bajarên din hate hîskirin
PeyamaKurd - Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê, îro 25ê Çile danê êvarê erdhejeke bi tundiya 5,2 pileyan rû da.
Serokatiya Rewşên Lezgîn û Karesatan (AFAD) ragihand ku li demjimêr 16.04 li navçeya Batalgazî ya Meletiyê bi pileya 5,2 a rîxterê erdhejek çêbûye. Li gorî AFADê erdhej di kûrahiya 13,93 kîlometreyan de rû daye.
Hate ragihandin ku erdheja Meletiyê bandor li bajarên derdorê jî kiriye û li bajarên wekî Mereş, Qeyserî, Semsûr, Dîlok û Mêrdînê jî hatiye hîskirin.
Parêzgarê Meletiyê Ersin Yazici ragihand ku heta niha agahiyeke nexwestî derbarê ziyanan dte negihîştiye wan û tîmên wan devera erdhejê kontrolên xwe dewam dikin.
Piştî vê erdheja tund, Pisporê Erdnasiyê Şukru Ersoy ragihand ku wê piştî lerza 5,2yan çend erdhejên din jî rû bidin û bila welatî dûrî xaniyên xisardîtî bin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin