Li Fasê erdhejeke bihêz çêbû!

09 îlon 2023 13:35
Li Fasê erdhejeke bihêz çêbû!

PeyamaKurd – Li Fasê (Mexrîb) erdhejeke bihêz çêbû û di encamê de, nêzîkî 300 kesan can dane.

Li gor Wezareta Navxwe ya Fasê diyar kir, îro danê sibê erdhejeke bihêz navenda bajarê Merakeşa geştyariyê, bajarên bakurê rojavayê Fasê hejand, di encamê de 296 kesan can dan û 160 kes jî birîndar bûn.

Navenda Lêkolîn û Zanistiyê ya Erdhejê ya Fasê eşkere kir, hêza erdhejê 6.8 pileya rîxterê bûye, di encamê de nêzîkî 300 kesan can dane û zêdetirî 150 kes jî birîndar bûne, bi dehan avahiyên bajarê Merakeşê ku bajarekî dîrokî ye, wêran bûne.

Herwiha televîzyona fermî ya Fasê diyar kiriye, erdheja vê sibê, erdheja herî bihêz a di dîroka Fasê de bûye.

Hat zanîn, Hikûmeta Fasê ji bo hawarçûna ziyandîtiyan bi dehan tîm ji Ribata paytext û bajarên din ên Fasê, şandin bajarê Merakeşê.