Li Îranê erdhejeke bihêz çêbû: Herî kêm 2 mirî û 17 birîndar hene

15 mijdar 2021 00:26
Li Îranê erdhejeke bihêz çêbû: Herî kêm 2 mirî û 17 birîndar hene

PeyamaKurd - Li parêzgeha Hurmuzgan a dikeve başûrê Îranê, îro Yekşemê bi hêza pileya 6,5 a pîveka rixterê erdhejeke tund çêbû. Li gorî zanyariyên destpêkê 2 kesan di encama erdhejê de can da.

Hat ragihandin ku pêşî li bajarê Bender Ebasê erdhejeke bi pileya 6,3 rû daye û piştkre jî li li parêzgeha Hurmuzgan bi pileya 6,5 erd hejiyaye ku li bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hatiye kirin.

Li gorî zanyariyên destpêkî di encama erdhejê de ziyan gihîştiye gelek xaniyan û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest daye û 17 kes jî birîndar bûne.

Ji ber ketina dîrekên elektrîkê û tirsa erdhejê hin herêm bê elektrîk mane û piraniya xelekê wan herêman li derveyî malên xwe ne.