Li Îranê erdhejeke bihêz çêbû
29 gulan 2021 15:58
PeyamaKurd – Li 3 parêzgehên Îranê yên Buşehr, Fars, Kîhgîluye û Bûyir Ehmedî, îro erdhejeke bihêz çêbû.
Li gor zanyariyên navenda erdhejên Îranê, îro 29.05.2021ê di saet 06:24an de, li gor dema Îranê erdhejeke bihêz a 4.6 li navçeya Îmam Hesen a li bakurê parêzgeha Buşehr çêbûye û herwiha parêzgehên Fars, Kihgîluye û Bûyr Ehmed jî hejandine.
Li gor heman çavkaniya navenda wê erdhejê, bajarê Îmam Hesen a li bakurê Buşehr e, herwiha 13 kîlometreyan di bin erdê de pêk hatiye.
Zanyariyên çapemeniya fermî ya Îranê didin zanîn, di erdhejê de ti ziyaneke canî çênebûye, lê nav gundên wê navçeyê tirs û xofeke mezin çêkiriye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Îranê erdhejeke bihêz çêbû: Herî kêm 2 mirî û 17 birîndar hene
14 mjd 2021
Jiyan
Li Îranê bi pileya 5,7an erdhejeke bihêz çêbû
18 trm 2021
Cîhan
Li Meletiyê erdhejeke bihêz çêbû
03 mjd 2024
Cîhan
Li Meresê erdhejeke bihêz çêbû
09 hzr 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin