Bafil Talebanî fermana amadebasiyê ji bo Kerkûkê da Pêsmerge
PeyamaKurd – Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, piştî destwerdana artêşa Iraqê ya li dijî gencên Kurd ên encamên hilbijartinê pîroz dikirin û belavbûna tankên Iraqî li nav Kerkûkê, fermana amadebaşiyê da yekîneyên Komando yên Pêşmerge.
Hêzên Ewlekariyê li Kerkûkê nêzîkî 50 gencên Kurd girtin û lîwaya 61ê ya ser bi Encûmena Wezîrên Iraqê ve, dest bi kampîneke girtina gencên Kurd li taxên Şorîce û Rehîm Awa yên Kerkûkê kiriye.
Li zanyariyên ji çavkaniyên xwecîhî, piştî 16 Cotmehê tu caran weke niha hêzên ewlekariyê li Kerkûkê nebûne û tank û çekên giran anîne ser cadeyê.
Hevserokê YNKê Bafil Talebanî, piştî van geşedanan, ferman da Hêzên Pêşmerge ku ber bi sînorê Kerkûkê ve herin.
Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniya Komandoyan a Kurdistanê de wiha hat gotin: “Bi fermana Serok Bafil Talebanî, li ser êrîşa li dijî ciwanên Kurd û belavbûna tankan li navenda bajarê Kerkûkê, hemû Komandoyên Kurdistanê ketine amadebaşiyê û ber bi sînorê Qerehencîrê ve diçin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin