Bafil Talebanî: Êrîşa li Pêşmerge, binpêkirina serweriyê ye
Serokê YNKê Bafil Talebanî, li dijî êrîşa Îranê ya li ser hêzên Pêşmerge nerazîbûna xwe nîşan da.
RûpelNews - Serokê YNKê Bafil Talebanî, derbarê êrîşa Îranê ya li ser Pêşmergeyan daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Talebanî di daxuyaniya xwe de got: “Em bi tundî nerazîbûna xwe li dijî şehîdketin û birîndarbûna hejmarek Pêşmergeyên xwe yên leheng, nîşan didin. Em serxweşiya xwe ya herî kûr ji malbat, xizm û hevalên şehîdan re pêşkêş dikin û ji birîndaran re hêviya başbûneke bilez dikin.”
Bafil Talebanî herwiha êrîşkirina li ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wek binpêkirina serweriya axa Iraqê û Herêma Kurdistanê destnîşan kir û êrîş şermezar kir.
Serokê YNKê wiha got:
“Em bang li hikûmeta Iraqê û civaka navneteweyî dikin ku hewlên xwe bidin ji bo pêşîgirtina li dubarebûna êrîşên bi vî rengî.
Em careke din tekez dikin ku Herêma Kurdistanê di ti qonaxan de ne aliyê vî şerî bûye, berevajî vê yekê, em di hewldanên dîplomatîk de bûn ku bi rêya diyalogê bibin beşek ji dîtina çareseriyeke aştiyane, ji bo ku aramî li herêmê were vegerandin.”
Di êrîşa Îranê de 6 Pêşmerge şehîd bûn, 20 Pêşmerge jî birîndar bûn.
