Bafil Talebanî peyama sersaxiyê ji bo Xameneyî weşand
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, ji bo rêberê Îranê Elî Xameneyî, ku di êrîşeke hewayî de hatibû kuştin, peyameke sersaxiyê weşand.
RûpelNews - Serokê YNKê Bafil Talebanî peyamek li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kir û got, "Bi navê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, ez kûrtirîn serxweşiya xwe ji gelê Îranê û ji hemû kesên ku ji bo rêberê mezin Ayetullah Elî Xameneyî û rayedarên payebilind ên din ku di pevçûnên dawî şehîd bûne, şîn digirin re pêşkêş dikim. Em dizanin ku ev bûyerên vê dawiyê, malbat û civaka we û yên li derveyî we jî xembar kiriye."
Talebanî herwiha got ku, "Di vê dema sext û di meha pîroz a remezanê de, dil û fikrên me bi wan hemû kesên ku ji ber pevçûnan zirar dîtine re ne. Em baweriya xwe didomînin ku diyalog û serokatiya berpirsiyar tekane çareserî ne ji bo pêşîlêgirtina êşên zêdetir û bidestxistina aramiyeke mayînde li herêma me."
Bafil Talabani peyama xwe bi van gotinan bi dawî anî:
"Em ji bo kesên ku hezkiriyên xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin û hêvî dikin ku hemû serok di vê serdema hestiyar de bi şehrezayî, xwegirtin û pabendbûna bi aramiyê re tevbigerin."
Rêberê Îranê Xameneyî şeva borî di êrîşeke hewayî ya Îsraîlê de li Tehranê hat kuştin.
