Ankara û lîderên Hamasê hevdîtin kirin
PeyamaKurd – Serokê MİT a Tirkiyê İbrahim Kalın, li payîtexta Tirkiyê li Ankara bi serpereştên Hamasê re hevdîtinekî kir. Di hevdîtinê de pirsgirêka navbera Îsraîl-Fîlîstînê, asta ku niha tê de ne û li ser mijarên guherîna rehîneyan axifîn.
Di hevdîtinê de behsa tewrê Hamasê yê di muzakereyan de bi erênî hat kirin, desteka ji bo biryarên Neteweyên Yekgirtî di doza Fîlîstînê de hat ragihandin û Îsraîl çawa di mijarê de agirbesê bi zahmet dixe, hatin axaftin.
Serokê Îstîxbarata Netewî ya Tirkiyê (MİT) Kalın ragihand ku ji serî de ji bo şer raweste bi her aliyan re an ku bi temamê lehnegên ku bandora wan li ser şer heye, di nav têkiliyan de ye.
Hat ragihandin ku MİT di vê pêvajoyê de rolekî baş girtiye ser xwe, bi Hamasê, Îsraîl, Misir, Qatar û DYA bi temamam re têkiliyên dîplomatîk meşandiye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin