Îran: Hevdîtina bi Amerîkayê re hat taloqkirin
Hevdîtinênên Amerîka û Îranê yên li Swîsreyê ji bo demek paşê hatin paşxistinç
RûpelNews - Îranê ragihand ku danûstandinên Îran Amerîkayê, yên ku diviyabû di 19ê Hezîranê de li bajarokê Burgenstock ê li kantona Nidwalden a Swîsreyê bihata kirin, ji bo "dîrokeke paşê" hatine paşxistin.
Îsmaîl Bekayî, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, derbarê danûstandinên Îran û Amerîkayê de daxuyaniyek da.
Bekayî diyar kir ku gotûbêjên pêwîst li cihên ku hewce bû bi rêya navbeynkaran hatine kirin, û got ku gava şertên pêwîst ji bo danûstandinan pêk bên dê daxuyaniyek bê dayîn, û ku danûstandinên li Swîsreyê dê di demek paşê de hatiye taloqkirin.
Bekayi tekez kir ku divê xalên 1, 4, 5, 10 û 11 yên bîranîna lihevkirinê bên cîbicîkirin û divê ev cîbicîkirin berdewam bike da ku danûstandin dest pê bikin. Wî diyar kir ku ji ber ku bîranîna lihevkirinê jixwe hatibû îmzekirin, di derbarê hevdîtinên ku hatibûn plankirin li Swîsreyê bên kirin de pêwîstî bi lezgînî tune.
Bekayi der barê nûçeyên di hin dezgehên medyayê de ku wek "Tengava Hurmuzê dîsa hatibû girtin" hatiye belavkirin diyar kir ku ev îdia ne rast in.
