Hişyariya sor ji bo du bajarên Fransayê
RûpelNews - Ajansa meteorolojiyê ya Fransî Meteo-France derbarê Bahoza Nilsê ku di rojên dawî de bandorê li welêt dike, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bahoz bandorê li 21 parêzgehan dike, bi piranî li başûr û rojavayê welêt, ku li wir asta hişyariyê porteqalî ye, lê li parêzgehên Gironde û Lot-et-Garonne, hişyariya sor a ku di 11ê Sibatê de ji ber metirsiya lehiyê hatibû ragihandin, hîn jî berdewam e.
Li gorî raporên medyaya herêmî, li bajarokê Aiguillon ê li wîlayeta Lot-et-Garonne ji ber metirsiya lehiyê zêdetirî hezar kes hatin veguhastin, di heman demê de ji sedî 95ê malên li bajarokê bê elektrîk man.
Enedis, saziya berpirsiyar a binesazî û lênêrîna elektrîka Fransayê, ragihand ku elektrîka 45 hezar malan qut bûye.
Ji ber bagerê ku nêzîkî hefteyekê ye li welêt bandorê dike, li hin parêzgehan li ser rêyan zirara madî çêbû, di heman demê de hin mal û cihên kar di bin avê de man.