TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Ji Amerîka hişyariya asta herî bilind ji bo bajarên kurdan!

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 09 adar 2026 12:37
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê hişyarî da li dijî çûna bajarên Bakurê Kurdistanê.

RûpelNews - Di daxuyaniyeke nivîskî ya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê de hat gotin, "Asta Pêşniyarên Rêwîtiyê ji bo Bakurê Rojhilatê Tirkiyeyê bo Asta 4 - Neçin Rêwîtiyê - hatiye bilindkirin. Pêşniyarên Rêwîtiyê yên ji bo Tirkiyeyê di Asta 2 - Zêdetir Hişyar bin de dimînin."

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Di asta pêşniyarnameya an jî nîşaneyên metirsiyê de ji bo Tirkiyeyê ti guhertin çênebûye. Lêbelê, Pêşniyarnameya Rêwîtiyê hatiye nûkirin da ku guhertinên di çalakiyên Mîsyona Amerîkayê de li herêma bi rîska zêde ya Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê nîşan bide."

Her wiha hat ragihandin ku Wezareta Derve ferman daye karmendên hikûmeta Amerîkayê yên ne-pêwîst û endamên malbatên wan ku wek tedbîreke pêşîlêgirtinê Konsulxaneya Adanayê biterikînin.

Sedema ku ji bo neçûna parêzgehên Kurdan hat dayîn, gefên êrîşên mûşekî ji Îranê bûn piştî pevçûnên ku di 28ê Sibatê de di navbera Amerîka û Îranê de dest pê kiribûn û hat destnîşankirin ku di 4ê Adarê de, sîstemên parastina hewayî yên NATOyê mûşekeke balîstîk a Îranê ku ber bi asîmana Tirkiyeyê ve diçû, îmha kiribûn.

Parêzgehên ku hişyarî ji bo wan hatî dayîn

Hişyarî van bajaran li xwe dihewîne:

Adana, Semsûr, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Mersin, Kilis, Mereş, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Osmaniye, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wan.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku “Metirsiya zêdebûna hestên dij-Amerîkî an jî bi taybetî dij-Amerîkî an dij-Îsraîlî heye. Metirsiya êrîşên ji aliyê komên terorîst ve berdewam dike.

Piştî pevçûnên di navbera Dewletên Yekbûyiyên Amerîka û Îranê de ku di 28ê Sibata 2026an de dest pê kirin, hikûmeta Amerîkayê ji bo tevahiya herêma Başûrê Rojhilat qedexeyên rêwîtiyê li ser karmendên xwe danîne.”

Hemû xizmetên Konsulxaneya Giştî ya Adanayê hatine rawestandin

Derbarê Konsulxaneya Giştî ya li Adanayê de agahiyên jêrîn hatine parvekirin:

"Di 9ê Adara 2026an de, Wezareta Derve ya Amerîkayê ferman da karmendên hikûmeta Amerîkayê yên ne-pêwîst û malbatên wan ên ku li Konsulxaneya Giştî ya Adanayê dixebitin, ku ji ber metirsiyên ewlehiyê, herêmê biterikînin. Bi tundî tê pêşniyarkirin ku amerîkiyên li Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê demildest herêmê biterikînin.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Adanayê hemû xizmetên konsulxaneyê rawestandine. Divê amerîkî ji bo xizmetên konsulxaneyê û alîkariya awarte bi Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê an jî bi Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Stenbolê re têkilî daynin."

Parve bike: