TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Parlamenterê Fransayê: Em dê cizaya pereyê li jinên serê xwe digirin bibirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 31 tebax 2026 15:49
Parlamenterê partiya rastgir a tund Rassemblement National (RN) a Fransayê Jean Philippe Tanguy diyar kir ku eger ew di hilbijartina serokatiyê ya sala bê de bi ser bikevin, ew ê cezayên pereyan li ser kesên ku serê xwe digirin an dinixumînin dê bibirin.

RûpelNews - Parlamenterê partiya rastgir a tund a Lîsteya Neteweyî (RN) Jean-Philippe Tanguy li ser hilbijartina serokatiyê ya sala 2027an a li Fransayê daxuyanî dan.

Tanguy ragihand ku heger di hilbijartinê de partiya wan bi ser bikeve, cezayên pereyan li jinên ku serê xwe digirin dê bibirin û got: "Em ê teqez li dijî îdeolojiya Îslamîst têbikoşin."

Tanguy aciziya xwe li ser zêdebûna hejmara jinên ser girtî li Fransayê anî ziman û îdia kir ku rewş "ji kontrolê derketiye."

Li Fransayê qedexeya nixumandina jinan ku li ser karmendên fermî hatibû ferzkirin ji sala 2004an û pê ve ji bo xwendekarên dibistanên seretayî û navîn jî hat ferzkirin.

Parve bike: