TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Bi sedan caran li balafirê siwar bû pere neda: 20 sal cizaya hepsê dan

📅 10 tebax 2026 15:05
Xortekî Kanadayî bi salan karta sexte ya pîlotê bi sedan caran bê pere rêwîtî kir û di dawiyê de hat desteserkirin. Derbarê wî de cezaya 20 salan a girtîgehê hat xwestin.

RûpelNews - Dallas Pokornikê Kanadayî yê 35 salî, bi salan xwe wek pîlot nîşan da û bi sedan caran bi balfirê belaş welat bi welat geriya. Di dawiyê de Pokornik ê hat desteserkirin li dadgeheke federal a li Hawaîyê mikûr li xwe hat û sûcê xwe qebûl kir.

Li gorî daxuyaniyê, Pokornik di navbera salên 2017 û 2019an de ji bo firokeyeke bi navenda xwe ya li Torontoyê wek endamê ekîba kabînê xebitî.

Bi sedan caran li balafirê bê pere siwar bû

Di vê heyamê de, Pokornik ji wê yekê sûd wergirt ku xebatkarên firokeyê an personelên din ên şirketê dikaribûn belaş an jî bi bihayên pir kêm rêwîtiyê bikin.

Di vê heyamê de, Pokornik bi hûrgilî fêr bû ku sîstema 'Non-Rev' çawa dixebite, ku rê dide karmendên şîrketên hewayî an personelên din ên şîrketan ku belaş an jî bi bihayên pir kêm rêwîtiyê bikin.

Li gorî îdianameya Wezareta Dadê ya Amerîkayê, dema ku peymana wî ya kar bi dawî bû, Pokornik ku nexwest dev ji vê îmtiyazê berde ji bo xwe lîsanseke pîlotiyê sexte çêkir.

Di navbera Çileya 2020an û Cotmeha 2024an de, Pokornik sê ji şîrketên hewayî yên pêşeng ên Amerîkayê xapand, bêyî pere bi sedan caran bi balafirê çû gelek welatan.

Piştî ku xebatkarekî kompaniya rêhewayê pê hesiya Pokornik hat desteserkirin û derbarê wî îddianame hat amadekirin.

Hat ragihandin derbarê Pokornik de cezaya 20 salan a girtîgehê û cezaya pereyî ya heta 250 hezar dolarî hat xwestin Biryar di 8ê Kanûnê de wê were eşkerekirin.

 

 

 

Parve bike: