Parlamenterê kurd: Divê perwerdeya li herêmên kurdan bi temamî bi kurdî be
RûpelNews - Parlamenter Rîdvan Sîdo, di rûniştineke Meclîsa Gel a Sûriyeyê de, derbarê naskirina zimanê kurdî wekî zimanekî neteweyî li gorî Biryarnameya Hejmar 13 de axivî.
Sîdo anî ziman ku herçend ew biryarname gaveke girîng bû jî, lê rêkarên cîbicîkirinê yên ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve hatibûn amadekirin, çarçoveya biryarê teng kirine.
"Ev maf nikare bi sê dersên bijarte were sînordarkirin"
Sîdo bi gotina ku pêwîst e polîtîkayên perwerdeyê yên li deverên piraniya wan kurd in ji nû ve werin nirxandin, destnîşan kir ku hînkirina kurdî tenê wekî derseke bijarte têrê nake.
Sîdo bal kişand ser wê yekê ku biryarname zimanê Kurdî wekî zimanekî neteweyî nas dike û anî ziman ku divê ew ziman hem li dibistanên dewletê û hem jî li dibistanên taybet bibe beşek ji bernameya xwendinê.
Sîdo got: "Naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî neteweyî, pêwîst dikir ku perwerdeya li herêmên kurdan bi zimanê kurdî be. Ev maf nikare tenê bi sê dersên bijarte were sînordarkirin."